Li Hewlêr…

\"enf\"Li Hewlêr Konferansa Enfalê

KNN/Kurdistan/Ji bo lêkolîn û gotûbêjkirina tawana komkujiyê ya li dijî gelê Kurdistanê ji hêla felsefî ve, îro li Hewlêrê li Xaneya Hîkmet ya Ji bo Lêkolînên Felsefî, bi hevkariya wezareta şehîdan û enfalkiriyan ya herêma Kurdistanê, konferansek li ser Enfalê hate sazkirin.

Di vê konfaransê de ku jimareyek berpirsên hukmî û pispor û şerazayên beware enfalê û jimareyek ji mamostayên zanîngehan amade bûn, wezîra şehîdan û enfalkiriyan Çinar Sead di gotarekê de got:\” Tawanên Enfal,kîmyabaran,rûxandina gundên Kurdistanê , enfala barzaniyan tawanên nemirovî ne û bûne sedema jinavbirina jiyana aborî,kulturî û derûnî ya gelê Kurd.\”

Sead got:\” Ji bo nehiştina tesîra van tawanan ya li ser kesûkarên qurbanan, pêwîst e şîroveyên zêdetir li ser vê mijarê bê kirin.Her weha bi rêya lêkolînên wiha cihan jî tawanên li dijî Kurdan dinasin û dibin jêder û dokoment.\”

Paşe jî karên konferansê dest pê kirin û mamostayên zanîngehan û pisporan çend mijarên li ser tawanên li dijî gelê Kurd pêşkêş kirin.

Ev konferans bi beşdariya 200 kesan dest pê kir û dê sibê jî dom dike.Her weha biryara di dawiya konferansê de mijarên ku hatine pêşkêşkirin wek pirtûkek bi çend zimananbê çapkirin.

Jêder: Pukmedia

www.kurdistan-news.net

Leave a Reply