Dengbêjê Baqî Xido hat pxirkirin!

Merasîma oxirkirina Dengbêjê navdar Baqî Xido

Kobanî: Îro (roja Şemî: 07 – 02 – 2009 ) sibehê, li bajarê Helebê hunermendê navdar Baqî Xido ( Bavê E\’bdelê ) jiyana xwe ji dest da û ji nav milletê xwe bar kir. Piştî ku nûçeya koçkirina hunermendê nemir Baqî Xido li bajarê Kobanî belav bû, bi hezaran milletê herêmê derketin pêşwaziya termê wî û di nava bajarê Kobaniyê re gerandin ta ku gîhandin mala wî, pişt re termê wî ji bo binaxkirinê hate amedekirin. Derdora katjimêr: 15,00 piştî nîvro, bi beşdariya bi hezaran ji milletê Kobaniyê, termê nemirê xwe rakirin, bi gulan û lafîteyan û alên reş û wêneyên wî, berê wî dane mala wî ya dawîn – goristana gundê Termik û li wir bi festîvaleke gotinîn û hin movik ji stranên wî ji aliyê hin hunermendan de hate binaxkirin.

Programê merasîma veşartina nemir Baqî Xido ev bû:

Di destpêkê de rojnamevan Imer Kalo – wek pêşkêşîner – bixêrhatina millet û spasiya wan li ser amedebûn û beşdarbûna wan kir û serbilindiya millet bi beşdarbûna wan nîşan da û ev kes pêşkêş kirin:

Mamusta Mistefa Bekir: Gotina tevgera Kurd li herêma Kobaniyê.

Hunermend Siyamend Oskullî: Gotina hunermendên Kurd li herêma Kobaniyê û mofirkek stran.

Mamusta Seddîq: Gotina saziya çand û hunerê li herêma Kobaniyê.

Mihemed Kobanî: Helbestek.

Hunermend Kamil: Çend gotin û mofirkek ji strana (Dilo) ya nemir Baqî Xido.

Di dawiyê de dîsa Imer Kalo spasiya beşdaran kir û ji wan hîvî kir ku ne tenê di mirinê de li hev xwedî derkevin, belê divê ku bi saxî jî ji hev hez bikin û li hev xwedî derkevin, û sersaxî ji milletê beşdar û tevahiya milletê Kurd re xwest.

Wisa merasîma binaxkirin û veşartina hunermendê deyşta Sirûcê nemir Baqî Xido bi dawî û kuta bû.

Avesta

Leave a Reply