BİJÎ BERXWEDANA ROJAVA
Ji bo serkeftinê û ji bo ku gel bi azadîyaxwe li ser xwe biryar bide daxûyanîya 27ê Sibatê divê bitê avêtin !
Îro gelê Kurdistana Rojava di bin xeterek giran a qirkirinê, koçberkirinê û pêkveçunê deye; ji bo hebûna xwe têkoşîn tê meşandin. Kobanê vê rastiyê îro dijî…
Ew xetere ne bi tenê li ser Rojavaye, gava din wên bi ser Kurdistana Başûr bibe.
Divê baş were zanîn ku ev êrîşa giştî û pêkveçun girêdanê Belgeya 27ê Sibatê ya 2025’an de li Bakurê Kurdistanê hate daxûyandin, Awayekê gawên berdewamî, belkî şert û pratîka wêye.
Ev pêvajoyekî têkçûn û imhayê ye, piralî û berfireh, ku li ser gel tê dayîn û tê domandin.
Aktora sereke, yê ku ji menre tê gotin bê guman, dewleta Tirke.
Wekî ku bi tevahî eşkere bûye, jibo gelême, bilî berxwedanê çareyekî din tune ye!
Ev pêwîsteke ne xwestek û bijartineke. Berxwedan pêwîstîyeke û wê Berxwedanîyêde serkeftin derxistin jî pêeîstîyeke.
Encamên her têkçûnekê,bi temaşekirina Afrînê, Serêkaniyê û dawîya dawîn ya li Halepê de çêbûyî,bi hêsanî tê famkirin.
Gelê me di wê demê de hem tenê ye û hem jî ne tenê ye!
Ev tenêbûn, bêdengbûn û bê xembûnê we xwe dide nîşandan.
Lê Gelême mulekê de nr tenêye;
Sînoranên kolonîal ên çar parça Kurdistanê hatiye şikandin.Ji çar parçeyan gelê me ber bi Kurdistana Rojava herikîn,li dora Rojawa wê bendekê parastinê ya ji bo siberojê ava dike.
Ev herikîn û ev şahîya neteweyî ya yekbûyî hêj jî tê domandin…
Bê guman ev pêwîstin û divê bibin, lê tenê ev berxwedan bi xwe re têr nake!
Pêwîste çi bête kirin?
Pêdivî ye ku gelê me îro xwedî îradeya xwe ya azad bi derkeve û biparêze, dest li kader û pêşeroja xwe bigire,li ser siberoja xwe xwedî gotin û biryarê be,û her di şertên herî girande vê yekê biafirîne.
Ev zaruretekî bêguhertin e!
Di wê sedsalê dawîn de,sedema têkçûna gellême jîyan kirîye ewe.
îradeya xwe ,maf, gotin û biryara xwe li ser pêşerojê bi tevahî girêdanê yek kesêye.
Her çend di devên wan de her tim peyvên “demokrasî” û “azadî” derkeve jî pirskirinê me yê herî mezin eve.
Îro divê ev rastî were dîtin.
Ji bo vê yekê, tiştê ku îro bi lez pêwîste ku were kirin; Gava yekem û bilez pêwîste daxwîyana 27 ê sibatê, bête avêtin wê proja ciwaka demokratik bite redkirin.
Ev helwesta qetî û biryardar,hem wateya ku gel bi îradeya xwe ya azad li ser siberoja xwe biryar bide, hem jî deriyê gavekî şoreşger a ku îro û pêşerojê li ser lingên xwe ji nû ve avabûnê vedike.
Divê were binavkirin ku şertê herî bingehîn serketina bi berxwedanê eve.
Berxwedan heta dawiyê, bê guman,pir girîng û bi nirx e.
Lê heke gelê me îradeya xwe ya azad û biryara xwe nede holê, ev berxwedan wê bibe qurbanê biryarên ku li navendên din, ne yame.
Dive herdem were gotin:
Wekî gel û netewek, ji bo ku em berê xwe bidin pêş, li ser axa xwe ya welatek azadî û bi rûmet bijîn,divê em pêşerojaxwe biparêzin! Heke ev pirsgirêka bingehîn neyê çareserkirin, trajediyên herî giran, herî tîr û herî kûr li benda me ne!
Berîya her tiştî Belgeya 27ê Sibatê biavêjin!
Parastina netewî û pêşerojê wê gavê de derbasdibe.
Bijî Berxwedana Rojava Kurdistan
