„Pakêta Çarseriya Kurd\” ya … / Kurdistan News-KNN

Yekîtiya Awrûpa „Pakêta Çarseriya Kurd\” amadekir!

Kurdistan News/KNN/Cîhan/Navenda Xebatên Ewlekariya Awrûpayê raportek amade kir û tê de pakêteke çarseriya „pirsgirêka Kurd\” jibo dewleta Tirk hatiye pêşniyazkirin. Li gor navendê divê Tirkiye bi rêvebiriya Kurdistanê re nekeve nav nakokiyan û êdî rêgehên leşkerî biterikîne. Raporta navendê dide diyarkirin ku têkeliyên PKK û rêvebiriya Kurdistanê pir ne baş in û her wiha Hikûmeta Kurdistanê dixweze ji vê pirsgirêkê xwe azad bike û dewreke baş ya siyasî di vê çareseriyê de bilîze. Jiber vê yekê raporta Navenda Xebatên Ewlekarî ya Awrûpayê daxwezên xwe ji Tirkiyê dike ku vê raportê bigre ber çav û li gor pêşniyazan tevbigere. Pêşniyazên navendê bo Tirkiyê ev in:

 

  • 1) Pirsgirêka Kurd bi rêya çekdarî hal nabe, jiber vê yekê êdî hevdîtin bihên destpêkirin.

    2) PKK hedefa xwe ya Serxwebûna Kurdistanê naparêze û wê di îdeolojiya xwe de guherîneke radîkal kir, divê ev derfet bihê bikaranîn, ev şans divê nehête wendakirin.

    3) PKK aşîtî dixweze û ew amade ye ku çekên xwe dayne.

    4) Jibo aşîtî û çekdanînê, divê Tirkiye efûyeke berfireh derxîne, nasnameya Kurd nas bike û mafên gelê Kurd bihên dayîn. Eger PKK van tiştan red bike, wê çaxê di nav gelê Kurd de desteka xwe wenda dike.

    5) Eger ev dewra xwe bi cîh bihîne û pirsgirêkê çarser bike, wê çaxê Rêvebiriya Kurdistanê dikare di çarserkirina pirsgirêka PKKê de alîkariya Tirkiyê bike.

 

Kurdistan News-KNN/Sêyîd Xan

www.kurdistan-news.net

Leave a Reply